Cîhan

Artêşa Îsraîlê amarên berfireh yê şerê xezayê belav kir..

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, efserê bi navê Ariel Lublin ê 34 salî, ku di Lîwaya Lojîstîkî ya 2036an a ser bi Firqeya 36an ve kar dikir, di şerekî li başûrê Kerta Xezzeyê de jiyana xwe ji dest da. Kuştina vî efserî rojek piştî kuştin û birîndarbûna hejmarek leşkerên din ên Îsraîlî li Kerta Xezzeyê pêk hat. 

Amarên Kuştiyên Artêşa Îsraîlê

Malpera fermî û Radyoya Artêşa Îsraîlê hejmara 900 leşkerên kuştî piştrast kirin û amarên berfireh bi vî awayî belav kirin:

– 329 leşker: Di roja 7ê Cotmehê de hatin kuştin.

– 456 leşker: Di operasyonên bejayî yên li Kerta Xezeyê de hatin kuştin.

– 50 leşker: Di êrîşa li ser Libnanê de hatin kuştin.

– 34 leşker: Di êrîşên li dijî Hizbullaha Libnanê de hatin kuştin.

– 16 leşker: Di pevçûnên li Rojava de hatin kuştin.

– 2 leşker: Di êrîşên bi dronan ên mîlîsên Iraqî de hatin kuştin.

– 1 leşker: Di encama êrîşên mûşekî yên Îranê de hate kuştin.

– 12 leşker: Di bûyer û operasyonên din ên cuda de hatin kuştin.

Bîlançoya giran a li aliyê Filistînê

Ji 7ê Cotmeha 2023yan ve, di encama êrîşên hêzên Îsraîlê de, nêzîkî 63 hezar Filistînî hatine kuştin û nêzîkî 159 hezar kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku piraniya qurbaniyan zarok û jin in. Herwiha, zêdetirî 10 hezar kes winda ne û bi sed hezaran kes jî koçber bûne.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê, ji ber birçîbûn û kêmasiya xwarinê li Zîvala Xezeyê, 322 Filistîniyan canê xwe ji dest dane, ku ji wan 121 kes zarok in.

Back to top button