PolîtîkRojev

Eniya Gel: Kiryarê ne qanûnî yên milisên YNKê rawestînin

Eniya Gel dibêje ku “milîsên derveyî qanûnê” 10 roj in berdewam in li ser şantaj û serdegirtina malên alîgirên wan.

Eniya Gel, bi serokatiya Lahur Şêx Cengî, bang li hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê (HKG) kir ku, kiryarên neqanûnî û nemirovane yên milîsên YNKê rawestînin. Wî got, “Serokê Herêma Kurdistanê ku fermandarê giştî yê hêzên çekdar e, divê di zûtirîn dem de mudaxele bike.”

Lahur Şêx Cengî, birayê wî Polad Şêx Cengî û çend kesayetên leşkerî yên nêzîkî wan di 22-8-2025an de li Otêla Lalazar li Silêmaniyê, di operasyonekê de ku çend hêzên ewlehiyê yên cûda tê de beşdar bûn, hatin girtin.

Eniya Gel got, “Em daxwaz dikin ku qanûn bêyî hegemonyaya partî û kesane, ne bi hêza milîs û nefreta kesane, bixebite.”

Back to top button