Serokê Baroya Diyarbekirê di komisyonê de axivî..

Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Gûleç, di çarçoveya ”projeya Tirkiyeya bê teror”de li ”Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê” ya parlementoyê de axivî.
Gûleç destnîşan kir ku divê komîsyon tenê bi bîranîn û qeyîtkirina dîroka nêzîk re sînordar nemîne û wiha axivî: “Divê komîsyon roleke çalak bilîze û bi xebatên xwe hem ji bo pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê hem jî ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd tevkariyê bike.”
Gûleç, bal kişand ser pêvajoya şewitandina çekan û diyar kir ku tunekirina çekan a PKK’ê qonaxeke girîng e. Gûleç got ku ev pêvajo ji bo aştiya civakî deriyekî vedike û got: “Ji bo ku bi hezaran kesên di girtîgehan de ne û hemwelatiyên ku li Ewropayê di sirgûniyê de ne dîsa bi civakê re bibin yek, divê qanûneke taybet bê derxistin.”
Gûleç got: “Divê komîsyon zimanê cudaxwaz red bike û zimanê aştiyê û çareseriyê esas bigire. Ya ku civak herî zêde pêdiviya wê pê heye, guhdarkirin û têgihiştina hevdu ye.”
‘
Gûleç behsa “krîza zimanê dayikê” ya di civînên berê yên komîsyonê de qewimî jî kir û dayikeke aştiyê ya ku destûr nehatibû dayîn bi Kurdî biaxive bibîr xist: “Mafekî bingehîn e ku dayikek derdê xwe yê ji bo zarokê xwe bi zimanê ku herî baş dizane bibêje. Ger Meclîs ev destûr bidaya, ji bo normalbûna Kurdî û bûyîna zimanê aştiyê gaveke pir girîng bû. Êdî divê dewlet bi Kurdî re li hev bike.”
Gûleç got ku Tirkiyê ev 45 sal in bi Destûra darbeyê tê birêvebirin û got ku Destûra heyî nikare aştiya civakî misoger bike. Wî got: “Destûreke nû êdî ne bijarde ye, pêwîstiyeke dîrokî û civakî ye.” Gûleç diyar kir ku bi cîbicîkirina ruhê nemerkezî yê Destûra 1921ê, dê rê li ber perwerdeya bi zimanê dayikê jî veke.

