JI CHPê veqetiya tevlî AK Partiyê bû
Seroka Şaredariya Bajarê Aydinê Ozlem Çerçioğlu, ku ji CHPê îstifa kirîbû, tevlî AK Partiyê bû.
Ozlem Çerçioğlu tevlî rewrisma pîrozbahiya 24 saliya damezirandina AK Partiye bû û axavtinek kir.
Ozlem Çerçioğlu got : “Ger îro li dijî min îdiayek hebe, bila derkeve holê. Ez qet ji dadweriyê an darizandinê netirsiyam. Serê min bilind e. Ger hewce bike, ez ê her tiştên ku jiyame, yek bi yek rave dikim.”
Seroka Şaredariya Bajarê Aydinê Ozlem Çerçioğlu, ku ji CHPê îstifa kir û tevlî AK Partiyê bû, daxuyanî da. Erdogan bi xwe rozeta AK Partiyê bi singê wê ve kir.
Xalên sereke ji daxuyaniyên Çerçioğlu ev in:
*Ger îro li dijî min îdiayek hebe, bila derkeve holê. Ez qet ji dRozeta AKPê singa xwe ve kir.adweriyê an darizandinê netirsiyam. Serê min bilin e. Ger hewce bike, ez ê her tiştê ku jiyame, yek bi yek rave dikim.
- Birêz Serokkomar, wekî hûn dizanin, parêzgeha Aydinê herêmeke erdhejê ya pileya yekem e. Ji niha û pê ve bi piştgiriya we ez dixwazim li Aydinê kampanyaya veguherîna bajaran bidim destpêkirin.
Ligel Şaredara Bajarê Mezin a Aydinê Ozlem Çerçîoglu, şaredarên din ên ku beşdarî AK Partiyê bûne:
- Serokê Şaredariya Sokê ya Aydinê Mustafa Îberya Arıkan
- Şaredarê Aydin Yenîpazarê Malik Ercan
- Şaredarê Aydin Sultanhisar Osman Yildirimkaya


