Polîtîk

Ocalan di nava metirsiyekî de diaxêve.!

Protokolên hevdîtinên Ocalan di çavderiya berpirsên MITê de li gel heyeta DEMê  têne kirin. Protokolên van hevdîtina û tişta Ocalan dibêje bi awayekî dikeve di destê medyayê de û têne belavkirin.

Hevtîna di roja 06.08.2025ê hatî kirin û gotinên Ocalan dibêje di Oda Tv de hate weşandin. Ev protokola hevdîtina 28 rûpelin.

Beşek girîng a vê protokolê wehaye.

Ocalan Dibêje:

“Dema ku ez cara yekem li Şamê daketim, du dîplomatên Rûsî ez dîtim. Kesî nizanibû. Wan ez birim avahiyekî. Sal 1980 bû. Wan tavilê raporek amade kirin. Îsraîl jî wê demê  ez dişopandim. Dema ku ez li ber derxistina ji Şamê bûm, telefonê bênavber lêdixist, ez matmayî mam. Diyar bû ku wan her tişt amade kiribû û hesab kiribûn.”

“Dorpêçeke Îsraîlê heye. Ez çûm Moskowê, dorpêça Îsraîlê, Romayê, dorpêça Îsraîlê, Atînayê, dorpêça Îsraîlê, û Nairobiyê, dorpêça Îsraîlê, û wan ez radestî Tirkiyeyê kirim. Wê demê min Mossad fêm kir. Piştre wan ji min re gotin, ‘Me ji te re got ku tu here Osloyê û li wir bijî,’ lê te red kir. Ger tu dewletek dixwazî, here Başûr û bi Barzani re peymanekê çêbike û li wir bijî. Dengê derve yê niha ji wir tê. Îran, Îsraîl û ew alî. Em ê paşê bêtir li ser vê yekê biaxivin. Vê yekê ji rayedaran re bêjin; ew xera bûne.”

Di hevdîtinê de, Abdullah Öcalan bal kişand ser têkiliya Amerîkayê bi Barzani re û ji rayedarên amade re got, “Piraniya wan hevalbendên we ne. Ew dixwazin ku Barzani dewletek ava bike. Barzani li ser xwîna me amûrek dewletê ava kiriye; ew bela herî mezin e, û divê em vê yekê çareser bikin. Divê ev meyl were rawestandin. Ez bi hev re bersiva gotinên we didim. Binêrin, Îranê 40 sal in ne dihêle em saxbin û ne jî me dikuje. Îran me li ser piyan dihêle. Îsraîl jî nêzîkî 40 salan e ne me pirsa me çareser dike û ne jî me ji holê radike. HSD jî eynî ye. Îsraîl, Ereb, Îran, Ewropî û Brîtanî li ser vê yekê hevsengiyek ava kirine. Hevkêşeya “Bila PKK şer bike, û Tirkiye divê pirsgirêkê çareser neke” berdewam dike.”

Back to top button