Polîtîk

Şam konferansa Hesekî red dike

Hikûmeta Sûriyê helwesta xwe derbarê “konfiransa yakhelwesta pêkhateyan” ragihand û got ku ew konfirans ,rêkeftina 10 Adarê bin pê dike, û êdî ew nema di civînên Parîsê de beşdar dibin.

Ajansa Sana li ser zarê jêdereke berpisr a hikûmeta Sûriyê da zanîn, hikûmet piştevaniya mafên welatiyan di kombûn û diyaloga aştiyane de dike, lê bi mercê ku ev yek di çarçoveya projeyeke niştîmanî giştgir de be û li ser bingeha yekîtiya sûriyê be.

jêderê ji Sana re da zanîn, tişta li bakurê rojhilatê sûriyê çêbû ne di sîwaneke niştîmanî de ye, û aliyên li dijî serkeftina miletê Sûriyê tê de beşdar bûne.

Jêderê her weha da zanîn jî, konfirans binpêkirin e ji rêkeftina 10 Adarê re, û ew anîna kesayetiyên cudaxwaz û tawanbar bo konfransê bi tundî şermezar dikin, konfirans hewileke ji bo anîna destwerdanên derekî di Sûriyê de û vegerandina sizayan e û HSD berpirsiyariya van tiştan hildigre.

Sana li ser zarê jêdera hikûmî, diyar kir, konfrans hwileke ji bo nebcîkirina rêkeftina 10 Adarê, û romaleke siyasî ye ji guhertina demografî ya ku li dijî Erebên Sûrî çêdibe, ku hin aliyên Kurdî yên tundrew ên girêdayî Qendîlê encam didin.

Jêdera hikûmî got, ev konfirans binpêkirin e ji bo danûstandinên ku bi rê ve diçin, û ji ber vê yekê hikûmet êdî di civînên Parîsê de beşdar nabe û li ser maseya danûsatndinan bi aliyên ku dixwazin rêjîma berê vegerînin re rûnanê.

Jêderê her weha ji HSDê xwest ku rêkeftina 10 Adarê bi cidî bi cî bike, û ji hemû navbênkarên navdewletî xwest ku hemû danûstandin werin veguhestin bo Şamê ji ber ew cihê rewa yê danûstandinan e.

Back to top button