Polîtîk

Îstîxbarat a Tirkiyê li ser şerê Îran-Îsraîlê raporek amade kir..

Raport behsa lawaziyên leşkerî yên Îsraîlê dike û daxwaz dike ku,ji bo parastina xelkê stargeh li bajarên mezin ên Tirkiyê bêne avakirin û di vê derbarê de raya giştî hiş bikin.

Eve demeke medyaya Tirkiyê îhtîmala pevçûnek leşkerî di navbera Tirkiye û Îsraîlê de di bernameyên televizyonî de gotubêj dike.

Herweha di raporê de behsa giringiya çêkirina Mûşekan û drona jî dike.

Rapora 58 rûpelî, bi sernavê “Şerê 12 Rojî û Ders ji bo Tirkiyeyê”, ji hêla MIT ve hatiye amadekirin.
Raport pêşniyaran ji hikûmeta Tirkiyê re dike, tekezî li ser amadekariya civakê û parastina sivîl dike. Nivîskarên raporê banga avakirina stargehan li bajarên mezin ên Tirkiyeyê kirin.

Back to top button