Selvî”MITê du efserên xwe bi operasyonekî ji destê PKKê xilas kirin”

Li gorî agahiyên ku nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi ragihîne, MITê ji bo du efserên xwe ji destê PKKê xilas bike operasyonek li darxistiye. Di operasyonekî de efserekî jiyana xwe ji dest daye û yê din jî sax hatiye rizgarkirin. Cenazeyên karmendê ku jiyana xwe ji dest dayî ji aliyê MITê ve bo Tirkiyeyê hatine veguhastin.
Selvî derbarê operasyonê de weha dibêje:
“Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî (MIT) di bin sir û nihêniyeke mezin de operasyoneke girîng pêk anî. Du efserên MITê yên ku ji aliyê PKKê ve hatibûn girtin, di operasyoneke nepenî de hatin azadkirin û anîn Tirkiyeyê.
Bi vî awayî, tu efserên MITê di destê PKKê de nemane. Lêbelê, ev hem nûçeyeke baş û hem jî xemgîn bû. Derket holê ku yek ji efserên MITê şehîd bûye. Lêbelê, efserê din ê MITê sax derket. MITê cenazeyê efserê xwe yê şehîd nehişt destê PKKê de. Hem efserê şehîd û hem jî efserê sax di operasyoneke bi sir û bêdengiyeke mezin de ji Iraqê anîn Tirkiyeyê. Ev operasyona bêdeng yek ji berhemên pêvajoya Tirkiyeya Bê Teror bû.
Selvî berdewamiya nivîsa xwe de dibêje: ” Du efserên MITê bi salane ji aliyê PKKê ve hatibûn girtin. Tê gotin ku Îbrahîm Kalın carinan li ser erdê hêza hişk û carinan jî hêza nerm bikar tîne. Ji dema ku bûye serokê MITê (Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî), Îbrahîm Kalın dest bi xistina şêwaza xwe ya taybet di rêxistinê de kiriye. Me ev di pêvajoya “Tirkiyeya Bê Teror” de dît. Wî di serdana partiyên siyasî de, berî ku komîsyona parlementoyê were avakirin, rêbazên neasayî bikar anî da ku wan agahdar bike û bi Îmraliyê re diyalogê bike.
Em dikarin bibêjin ku pêvajoya vegerandina du efserên MITê yên ku ji aliyê PKKê ve hatine girtin bi baldarî û bi hesasiyet hate birêvebirin. Heta malbatên wan jî tenê piştî ku gihîştin Tirkiyeyê hatin agahdarkirin.”


