Serfermandarê Giştî yê Îranê: Hêzên me yên mûşekî hîn jî amade ne

Serfermandarê Giştî yê Îranê General Xatemî diyar kir ku ew piştî Şerê 12 Rojan gefên li ser Îsraîlê didomînin. Xatemî diyar kir, “Hêzên me yên mûşek û dron li cihê xwe mane û ji bo operasyonî amade ne.”
Di civînekê de roja Yekşemê bi fermandarên payebilind ên Hêzên Bejayî re, Xatemî diyar kir, “Rejîma Siyonîst dijminekî dijwar e ku sûc û zilma xwe li ser neteweya Îranê nîşan dide. Ev dijmin ji me re ne xerîb e; me di du salên borî de û di tevahiya dîroka 80 salî ya vê rejîmê de gelek caran li Xezzeyê barbarî û hovîtiya wan dîtiye.”
Di daxuyaniyên xwe de, Xatemî diyar kir ku Îran di şer de serketî derketiye û got:
“Tevî windahiyên wekî şehîdbûna fermandar, zanyar û welatiyên me, me bi alîkariya Xwedê, berxwedana gel û wêrekiya şervanan di vê rûbirûbûna newekhev de serkeftin bi dest xist. Me zirara giran da dijmin, û nehişt ku ew bigihîje armancên xwe.”


