Polîtîk

Altayli: ‘Ocalan heqaret li PKK û DEMê kir.!

Li gora rojnameya Şok a Tirkî, rojnemevan Fatih Altayli behsa hûrgiliyên hevdîtina Ocalan û heyeta DEMê kiriye û gotiye ku, Ne Ocalan û ne jî DEM behsa Demirtaş nakin û Ocalan gotinên tund li himber PKKê û DEMê bi karanîne..

Parlamenterê Kocaeliyê yê Partiya DEMê Omer Faruk Gergerlioğlu, li girtigehê de serdana rojnemevan Farih Altayli kir. Herdukan hevdîtinek berfireh kirin. Piştî serdanê Fatih Altayli hûrguliyên hevdîtinê li ser medya civakî parve kir.

Altayli dibêje: “Xala ku me herduyan jî matmayî kir ew bû ku ne Öcalan û ne jî heyeta DEMê navê Selahattin Demirtaş neanîn ser zimanê xwe. DEM wekî ku Demirtaş ji bîr kiribe tevdigere. Me guman dikir ku Öcalan ji Demirtaş hez nedikir û heta çavnebariya wî jî dikir, lê pir ecêb e ku ew vê yekê bi eşkereyî dibêjin.

Altaylı tekez kir ku ev rewş dikare bandorê li hevsengiyên siyasî bike û got, “Ez guman dikim ku ciwanên di tevgera siyasî ya Kurd de bertek nîşanî vê yekê didin.”

Altaylı diyar kir ku Öcalan di hevdîtinê de, li dijî Partiya DEMê û PKKê zimanekî tund bi kar anî û îdia kir ku “Ocalan heqaretên tund li PKK û Partiya DEMê barandin… .”

Back to top button