Fîdan: Aramiya welatên cîran ji bo Tirkiyeyê girîng e.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan, di bernameyeke zindî ya NTV’yê de derbarê rojevê de daxuyaniyên girîng da. Fidan got, “Divê li Sûriyeyê saziyên dewletê dîsa ser piya bimînin. Em bawer dikin ku Îsraîl naxwaze Sûriye aram be. Weke Tirkiye, me pêwîst dît ku hişyariya xwe bikin. Me bi rêyên xwe peyamên xwe ji Îsraîlê re şandin.”
Fidan, bal kişand ser pevçûnên di navbera Drûz û Bedewiyan de û hişyarî da li ser “xetereya parçekirina welat” û got: “Hin komên din vê yekê wekî fersend dîtin û li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê welat nîşanên tevgerê xuya kirin. Beyan û daxuyanî hatin dayîn. Weke Tirkiye, em neçar man ku, hişyarî û ihtarên xwe bikin. Ji ber ku em yekîtîya welat dixwazin.”Fidan, di bersivdana pirsên NTV’yê de, behsa girîngiya Sûriyeyê ji bo ewlekariya neteweyî ya Tirkiyeyê kir û tekez kir ku yekîtî, nizam û aramiya welatên cîran ji bo Tirkiyeyê girîng e.
Derbarê pêvajoya nû ya bi navê “Tirkiyeya Bê Teror” de, ku tê de komek çekdarên PKK’yê li başûrê Kurdistanê çekên xwe danîne, Fidan wiha axivî: “Em nikarin bihêlin senaryoyên PKK’yê yên li Iraq û Sûriyeyê dubare bibin û 40 salên pêşerojê yên welat û gelê me wekî 40 salên berê bin. Divê hemwelatiyên me di vê pêvajoyê de xofê nexwin. Armanca me ew e ku ti metirsî nemîne.
Li Iraq, Sûriye û Îranê hêzên çekdar hene, ev hemû mijarên ku divê bên şopandin in. Di 10 salên dawî de me PKK ji van xakan derxist, lê ew li Sûriye û Iraqê hê jî bela ne. Em dikarin bibêjin ‘ji min re çi’, lê bêyî bikaranîna zimanê çek û pevçûnê, bi têgihiştineke medenîtir veguherîn mimkun e. Em hewl didin ku rê li ber wê yekê bigirin ku ev rêxistin bibe bela li serê gel û welatên din.”
Fidan, pevçûnên di navbera Drûz û Bedewiyan de li Sûweydayê şermezar kirin û daxwaz kir ku berpirsyar zûtirîn dem bêne cezakirin. Wî wiha dewam kir: “Lê hin komên din vê wekî fersend dîtin û li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê welat nîşanên tevgerê derketin holê. Beyan û daxuyanî hatin dayîn. Weke Tirkiye, em neçar man hişyariyên xwe bidin. Ji ber ku em yekîtî û yekparebûna welat dixwazin. Em li dijî vê yekê ne: Çawa ku ji bo yekîtî û yekparebûna welat, çewisandina nasnameyên etnîkî û olî çewt e, wisa jî ji bo ku nasnameyên etnîkî û olî xweş hîs bikin, avêtina welatê din nav agir jî ewqas çewt e. Divê em hevsengiyeke zêrîn bibînin û bi vê formulê bimeşin.”

