Cîhan

Macron bi rêya telefonê li gel Şer a axivî

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê bi Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer re axivî.

Emmanuel Macron derbarê pêwendiya telefonî ya bi Ehmed Şer re li ser hesabê xwe yê X daxuyaniyek belav kir.

“Civîna li Parîsê ji paşeroja Sûriyeyê bûye alîkar”

Macron dibêje: Civîna li Parîsê ya di navbera wezîrên derve yên Fransa û Sûriyeyê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê de, ji bo diyarkirina gavên paşerojê alîkar bûye.

Macron da zanîn ku ev gav ji bo dan û standinên di navbera HSD û Şamê de yên li ser yekkirina hêz û saziyên Rêveberiya Xweser bi Hikûmeta Sûriyeyê re ne û li gorî wê rêkeftina ku 10ê Adarê di navbera Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî û Şer de hatibû îmzekirin tên avêtin.

Roja înê piştî civîna sêalî, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot pêwendî bi Mezlûm Ebdî re kir û jê re got:

“Di demek nêz de li Parîsê, dê di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de dan û standin bên kirin bi armanca bicîkirina rêkeftina 10ê Adarê ya di bin çavdêriya Fransa û Amerîkayê de.”

Back to top button