Serok Nêçîrvan Barzanî Duhok û Zaxo pîroz dike

Ji bo bidestxistina pileya yekem û duyem di Kûpaya Iraqê de. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yana fotbolê ya Duhik û Zaxo pîroz kir.
Serok Nêçîrvan Barzani di peyamekê de li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê got, “Ez Duhokê ji bo bidestxistina Kûpaya Iraqê û Zaxoyê ji bo bidestxistina pileya duyem pîroz dikim.
“Serkeftina her du yana li Duhok û Zaxoyê ji bo hemû Kurdan çavkaniya kêfxweşî û serbilindiyê ye. Ez hêvî dikim ku ev ast û serkeftin dê ruhê werzîşê li Kurdistan û Iraqê bi giştî xurt bike,”
“Serkeftin ji bo her du Yana,”
Zaxo û Duhok heta niha 23 caran rûbirûyê hev bûne, 16 lîstik wekhev bi dawî kirine, Zaxo du caran bi ser ketiye û Duhok jî heşt caran bi ser ketiye.
Kûpaya Iraqê ji salên 1948-1949an vir ve tê lidarxistin û ti klûbek Kurdî ew bi ser nexistiye. Hewlêr gihîşt fînala sezona 2022-2023an wekî yekane klûba Kurdî ku 1-0 ji Quwa Al Jawiya winda kiriye.
Kîjan tîm bi ser bikeve dê di sezona nû de beşdarî Lîga Şampiyonan a AFC – 2 bibe. Di vê navberê de, her du fînalîst dê sezona bê beşdarî Kûpaya Super a Iraqê bibin.


