Eşîrên Bedewî gihîştin Suweydayê: Îsraîl êrîşî Bedewiyan dike..!

Li parêzgeha Siwêdayê, ku duh di navbera hikûmeta Şamê û komên çekdar ên herêmî de agirbest hatibû ragihandin, pevçûnên di navbera Erebên Bedewî û komên Durzî de ji nû ve dest pê kirin û balafirên şer ên Îsraîlê li komên Bedewî dan.
Li Siwêdayê, ku herêmeke bi piranî Durzî lê dijîn, alozî berdewamin.
Çekdar ji eşîrên Bedewî, ji bajarên cûda yên Sûriyeyê berê xwe dan Siwêdayê û bi komên Durzî re ketin pevçûnan û gundên Mezra, Tayra, Sama Hanidat, Sama, Eldor, Taara, Devriye û Qerasa, ku li rojavayê Siwêdayê ne, ji nû ve girtin. Ew gihîştin navenda bajarê Siwêdayê.
Di vê navberê de, gelek balafirên bêmirov ên Îsraîlê li ezmanên Sûriyeyê keşf û çavdêrî kirin û di saet 8:40 êvarê de, balafirên şer lgundên ku ketîn destê bedewiyan de bombebaran kirin.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê, SANA, jî ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê îşev êrîşî herêma gundewarî ya Siwêdayê kirine.
Çapemeniya Îsraîlê, ji devê artêşa Îsraîlê, ragihand ku êrîşeke li ser Siwêdayê çênebûye.
Piştî peymana ku duh di navbera hikûmeta Şamê û komên çekdar ên Durzî de hat kirin, malbatên Erebên Bedewî, ji tirsa kiryarên tolhildanê, û gelek malbatên ku bi çekan ji malên xwe hatibûn derxistin, ber bi parêzgehên Deraa û Quneytrayê ve çûn.
Di civîna xwe ya rojane ya çapemeniyê de, Berdevkê Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Bruce îdia kir ku bûyer ji ber şaşfêmkirinekê çêbûne:
“Tiştê ku em jê re dibêjin şaşfêmkirin ev e: Ev li ser bingeha reqabeta dîrokî ya di navbera Durzî û Bedewiyan de bû. Piştî van pevçûnan, Sûrî ketin herêmê û hewl dan ku tundûtûjiyê rawestînin. Lêbelê, Îsraîliyan, van pêşketinên li dijî civaka Durzî dîtin, rewş wekî gefek ji ya rastîn mezintir dîtin û destwerdan kirin.”
Bruce li ser êrîşên dawî yên Îsraîlê li dijî Sûriyeyê şîrove kir û got, “Amerîkayê piştgirî neda êrîşên dawî yên Îsraîlê. Em bi awayekî dîplomatîk bi Îsraîl û Sûriyeyê re di asta herî bilind de danûstandinan dikin da ku krîza heyî çareser bikin û agirbestek mayînde di navbera her du dewletên serwer de pêk bînin.”


