Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzani gavên di pêvajoya aştiyê de avêtine pesnê xwe dide

Serok Nêçîrvan Barzani pêşwaziya şandeyek ji serokatiya Partiya DEMê û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku beşdarî merasîma çekdanina komek ji gerîlayên PKKê de bûn.

Di hevdîtinê de, şandeyê spasiya xwe ji bo rol û hewldanên Serok Nêçîrvan Barzani ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê anî ziman, û ji nû ve tekez kir ku ew li benda piştgirî û alîkariya wî ya berdewam ji bo gavên pêş û serkeftina pêvajoyê ne.

Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzani girîngiya zêdekirina hewldanan ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê tekez kir û pêngava îro ya çekdarkirina gerîlayên PKKê girîng nirxand. Barzanî jewldanên Serok Recep Tayyip Erdogan gelek giring wesif kir.

Herdu aliyan tekez kirin ku aştî di berjewendiya hemû aliyan, Tirkiyeyê û tevahiya herêmê de ye û ji bo vê armancê divê her kes bi tevahî piştgiriyê bide wê. Ev yek dê pêvajoyê bêtir pêş bixe.

Di dawiya hevdîtinê de, şandeyê spasiya Serok Nêçîrvan Barzani û Serokatiya Herêma Kurdistanê kir ji bo alîkarî û hêsankariya di hemû aliyan de ji bo serkeftina merasîma çekdarkirina îro ku wan pêşkêş kiribû.

 

Back to top button