
Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên hikûmeta veguhêz civiyan, Nûnerê Amerîkayê Thomas Barrack û Nûnerê Hikûmeta Fransayê Jean-Baptiste Faivre jî tevlî civîna wan bûn.
Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro (Çarşem, 09ê Tîrmeha 2025ê) li Şamê bi rayedarên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re civiyan, herwesa Nûnerê Amerîkayê Thomas Barrack û Nûnerê Hikûmeta Fransayê Jean-Baptiste Faivre jî tevlî civîna wan bûn.
Tê zanîn ku, Şanda HSDê ji fermandarê wê Mezlûm Ebdî, Hevseroka Rêveberiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Dmokratîk Îlham Ehmed, Hevseroka Şanda Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Foza Yûsiv û Hevserokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş pêk tê.
Li gorî çavkaniyan, di wan civînan de danûstandin li ser xalên peymana 10ê Adarê tên kirin. Çavkanî amajeyê didin wê yekê jî ku, dibe hin bendên wê peymanê bên guhertin.
Peymana Şera û Ebdî ku li roja 10ê Adarê hat îmzekirin ji 8 xalan pêk tê, ku tevlîkirina HSDê di nav artêşa Sûriyeyê de, tevlîkirina Dergehên Sînorî, balafir û zeviyên petrol û xazê di nava rêveberiya dewleta Sûriyeyê de jî hin ji wan xalan in. “