FlaşPolîtîk

Îbrahîm Kalin û Mihemed Şiya Sûdanî civiyan

Serokê Îstixbarata Niştimanî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin li Bexdayê ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hat pêşwazîkirin.

Serokwezîriya Îraqê li ser hevdîtina Îbrahîm Kalin û Mihemed Şiya Sûdanî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Kalin peyameke Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan gihandiye Mihemed Şiya Sûdanî.

Di peyamê de Erdogan daxwaza xwe ya ji bo bipêşxistina pêwendiyan û bihêztirkirina hevkariyê ducare kiriye ku ev yek dê xizmeta berjewendiyên hevbeş ên her du welatan bike.

Di hevdîtinê de her wiha behsa mijarên ewlehiyê yên hevbeş û hevrêziya agahiyan a dualî ya di navbera her du welatan de hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê, her du welatan destnîşan kiriye dê li herêmên sînorî yên hevbeş û bi giştî li herêmê aramî bê xurtkirin.

Hevdîtina Kalin û Sûdanî, berî wê merasîmê tê ku tê çaverêkirin 11ê Tîrmehê komek gerîla li Silêmaniyê çekên xwe deyne.

Li aliyê din, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin hefteya borî hatibû Hewlêrê û bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî re jî civiyabû.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, di dîplomasiya Îbrahîm Kalin a li Hewlêrê de pêvajoya çareseroyê û çekdanîna PKKyê hatibû gotûbêjkirin.

Back to top button