FlaşPolîtîk

Hevdîtina Wezîrê Dadê û şanda Îmraliyê ji bo demek nediyar hat paşxistin

Civîna ku biryar bû îro 8ê Tîrmeha 2025an, di navbera Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç û Şanda Îmraliyê ya Partiya DEM de pêk bihata, ji bo demeke nediyar hat paşxistin. 

DEM Partiyê îro 8ê Tîrmehê têkildarî mijarê got: “Ev bername, ji ber bernameyên zêde hatiye taloqkirin. Dema dîrok û saeta hevdîtina nû diyar bû dê agahiyên pêwîst bên parvekirin.” 

Ev pêşhate piştî wê yekê tê, Şanda Îmraliyê ya Partiya DEM bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civînek pêk anîbû. Di daxuyaniya piştî civînê de, hatibû ragihandin ku şandê nêrîn û pêşniyarên xwe yên derbarê qonaxa nû ya pêvajoyê û gavên pêşerojê de bi Serokkomar re parve kirine. Herwiha hatibû tekezkirin ku îradeya hevpar a ji bo pêşxistina pêvajoyê dê berdewam bike.

Di vê çarçoveyê de, tê payîn ku wek gaveke girîng a pêvajoya aştiyê, li Parlamentoya Tirkiyeyê komîsyoneke taybet were damezrandin da ku reformên yasayî yên pêwîst pêk bîne.

Şandê di dawiyê de destnîşan kir ku “hêvî, bawerî û pêbaweriya Ocalan bi rola vê pêvajoyê ya di demokratîkkirina Tirkiyeyê de gelek xurt e.”

Back to top button