
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi mebesta malavayî lê kirinê, pêşwaziya xanima Anu Saarela Balyoza Fînlanda li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî, ji bo erk û hewlên wê yên bi navê pêşxistina peywendiyên welatê wê bi Iraqê da, spas û rûmetên xwe pêşkêşî bi xanima Saarela kir û hêviya serkeftinê li erka wê ya nû da xwest. Herwiha xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo zêdetir bihêzkirina peywendiyan û alîkariyên hevbeş yên bi Fînlanda re dûpat kir.
Ji aliyê xwe ve xanima Saarela pesnê alîkariyên aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê, di dema karkirinê da bi wê bi xwe û karmendên wê re kir û dûpat kir ku welatê wan bi girîngiyê ve temaşa peywendiyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê dike û herdem xwazyare li hemû waran da, alîkariyên hevbeş bêne berfirehtir kirin.
Li mijarake dinê hevdîtinê de, peywendiyên Hewlêr ـ Bexda û amadehî û rola jinan ya li Herêma Kurdistanê, xistin ber behs û gotûbêjan.