FlaşPolîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê UN re civiya

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Dr. Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Serokê ṣanda Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

Li civînê da, rewşa siyasî û giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û alîkarî û hemahengiya di navbera UNAMI û aliyên peywendîdarên li Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û di derbarê pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û bandor û encamên wê li ser navçeyê de, danûstandina bîr û ramanan kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî spas û rûmetên xwe ji bo rola diyar û yarmetîderane û hevkariyên Neteweyên Yekgirtî û UNAMI yên li warên cûda cûda de ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê derbirî, herwiha tekez li ser pêşkêşkirina hemû hêsankarî û hemahengî û piştigîriyeke pêwîst heta dema dawî hatina erkên wan, dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve birêz Elhessan pesnê Neteweyên Yekgirtî û UNAMI ya ji bo alîkariya aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser girîngiya parastina Iraqê ji kêşeyên navçeyê kir.

Herwiha her du alî çareserkirina kêşeyên Hewlêr û Bexda û hevtêgihiştina di navbera wan bi pêwîst zanî ku li berjewendiya tevahiya Iraqê daye û xizmet bi parastina aramî û ewlehî û geşkirina welat dike.
Çend pirseke dinê girîng û hevbeş, aliyeke dinê vê civînê bû.

Back to top button