
Divê kurd bizanibin, bê dagirkerên wan, ji neyekrêzî û neyekitiya wan, çi afat û tofan anîbûn serê eşîr û serokeşîrên tekoşer…
Bûbê Eser
Zêdeyî sed salane ku li ser destê îdeolojiyan, dagirkerên me, çanda me, ji hev belavbûn, hevdu neqebûlkirin û ne yekrêziya me têkbirine. Ji ber vê ye ku di her çar perçan da kurd nebûne û zahmete bibin yek. Lê çi demê wê çandê ji ser xwe rakin, aha wê demê wê roj ji bona me hilê.
Lê di nava vî sedsalî de tenha Barzaniyan cara ewil yekitiya heyşt eşîrên kurdan li başûrê Kurdistanê pêk anîbûn. Ji ber civîna yekrêziya heyşt eşîran li başûrê Kurdistanê li gundê Barzan pêk hatibû. Loma navê wan heyşt eşîran bi navê Barzanî hatin û têne nasîn. Yanî Barzanî ne eşîrek ew ji heşt eşîran pêk tê.
Heger ne ji wê yekitiyê û serpereştiya Barzaniyan ba, hûn bawer bikin me yê weke kurd azadiya başûrê Kurdistanê nedîtana. Loma girînge ku divê kurd berê dîroka xwe, ya neteweye xwe û ya Barzaniyan baş fêr bibin. Barzaniyan weke gelek tiştên hêja yekitiyeke weha jî pêk anîbûn. Divê kurdên siyasî û tekoşer berê dîroka xwe fêr bibin. Ji xwe bipirsin ez ji ku hatim? Ez çima bindest im? Çima zimanê min qedexe ye? Ez ê çawa ji bona doza gelê xwe kevirekî bidim ser kevirekî? Ez çima li welatên ewropa bûme niştecîh? Piştî fêrbûna vê divê êdî dîroka gelê xwe fêr bibe ku çima bi nifûsa xwe ya zêde, hê bindest e û dewleteke wan ya fermî di qada navneteweyî de tune ye?
Ji bona fêrbûna vê jî divê dîroka Barzaniyan bixwînin. Fêr bibin bê wan çawa li hember dagirkeran ev zêdeyî sed salane ku tekoşîna gelê xwe dane. Bi saya wê tekoşîna dûr û dirêj em bûne xwedî perçeyekî Kurdistana azad.
Bala xwe bidin guherandinên ku li cîhanê dibin. Dagirkerên me yek bi yek têk diharin. Lawaz û bê qawet dibin. Lê dîsa jî kurdên me li her çar perçeyan li ser asasê xeta neteweyî yekitiya xwe pêk neanîne. Heger ev dema guherandinên li cîhanê û lawazbûna dagirkerên me derbas bibe, êdî wê tu sed sal jî têra kurdan neke ku xwe azad bike.
Ji ber ku di sed salên çûyî de, hemî êş, êşkence, zulm û zordarî li kurdan kiribûn ku kurd nikaribin, zîncîrên koledariyê biketînin. Mejiyê wan guherîn da ku nebin yek. Ruhiyeta wan ya neteweyî qels kirin da ku neteweyî nefikirin.
Partî û rêxistinên me jî weke eşîr û malmezinên kurdan yên berê, yekitî û yek rêziya xwe pêk neanîn. Divê kurd bizanibin, bê dagirkerên wan, ji neyekrêzî û neyekitiya wan, çi afat û tofan anîbûn serê eşîr û serokeşîrên tekoşer. Heger ev weha dom bike, wê bînin serê partî û rêxistinên me jî.
Çawa ku di demên berê de axa û eşîrên kurdan hevdu qebûl nekiribûn û çawa yek bi yek bûne êmên dagirkeran. Îro jî partiyên me yên siyasî û Kurdistanî ji ber ku hevdu qebûl nakin, ewên jî weke wan eşîr û serokeşîran têk herin .
Li gor min sedem û berpirsiyarên vê jî ew kesên ku temenê wan bi ser heftê ketine, çend rêxistin belav kiribûn û îro ew di serê kaniya hin rêxistinan de ne, nahêlin û naxwazin ew daxwaza me û ya gelê me pêk bê. Ji ber bi tirsin ku di yekîtiyan de wê cihê gelek rêvebir, serokan nemîne.
Bi gotineke din hêrsa serokatî û rêvebiriyê, di ser hizra neteweyî re tê girtin. Heta ku di nava me kurdan de xete neteweyî xurt nebe, dê tu yekitiyên neteweyî jî pêk neyê. Heyfe…