CîhanPolîtîk

7 fermandarên pilebilind hatin kuştin

Supaya Pasdarên Îranê bi awayekî fermî ragihand, di encama êrîşeke Îsraîlê de, heft fermandarên wan ên payebilind ên Hêza Asmanî hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev fermandar ligel Fermandarê Giştî yê Hêza Asmanî, Lîwa Emîr Elî Hacîzade, hatine kuştin.

Beşa Peywendiyên Giştî ya Supaya Pasdaran daxuyaniyek belav kir û tê de hat gotin, di encama Îsraîlê de, heft fermandarên Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran hatine kuştin

Li gorî daxuyaniyê, navên fermandarên ku hatine kuştin ev in:

1.    Mehmûd Baqirî

2.    Dawûd Şêxiyan

3.    Mihemed Baqir Tahirpûr

4.    Mensûr Seferpûr

5.    Mesûd Teyib

6.    Xesrew Husnî

7.    Cewad Cersera

Di daxuyaniya Supaya Pasdaran de herwiha hat destnîşankirin, pileya van fermandaran hemûyan Lîwa (General-Mayor) bûye û roja Înê ya borî di encama êrîşeke balafirên Îsraîlê de hatine kuştin.

Back to top button