Kultur

Çêrokên Mûzikal

Çalakiya “Çêrokên Muzîkê” ji aliyê Şaredariya Wanê û KURDÎGEH ve li amfîtiyatroya ku di xaniyên dîrokî yên Wanê de ye hate lidarxistin.

Çîrokbêj Ayhan Erkmen, dengbêj Hediye Kalkan û Ehmedê Xî beşdar bûn.Berhema “Çêrokên Muzîkê” ya Erkmen, ku hatibû amadekirin û pêşkêşkirin, ji aliyê temaşevanan ve pir hate ecibandin. Dema ku Erkmen çêrokên ku berhev kiribû vedigot, dengbêj Kalkan û Xî bi kilamên xwe ligel Erkmen bûn.

Piştî axaftinê, Rêveberê KURDÎGEH Mehdî Gerçekli got, “Têkoşîna herî mezin a di dîroka mirovahiyê de têkoşîna ji bo ziman e. Ji ber ku heke zimanek hebe, civakek jî heye. Ziman hebûna gel e. Em tenê dikarin bibin civak heya ku em zimanê xwe biparêzin û pêş bixin. Bi windabûna ziman re, çanda me, jiyana me û kesayetiya me jî wê bi dawî bibe.”

Back to top button