Polîtîk

Huda Parê serdana PDKSê kir

Şandeke Huda Par serdana nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdiatan – Sûriya Mihemed Şêrîn Mihemed Emîn got: “Di hevdîtinê de pêşhateyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û çawaniya çespandina mafên gelê Kurd di Sûriya pêşeroj de hatin gotûbêjkirin.

Diyar kir, Di hevdîtinê de, her weha biryara PKK a xwehilweşandinê û çekdanînê û bandora wê li ser Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdiatan – Sûriya Mihemed Şêrîn Mihemed Emîn got jî: Her du aliyan tekezî li ser berdewambûna hevdîtinên dualî kir.

Ebdulsemed Yalçin, endamê serkirdayetiya Huda PAR ji Welat TV re got: “Berê hevdîtinên me hebûn, û em hewl didin peywendiyan bihêz bikin, ji ber pêwîstiya me bi hev heye”.

Yaliçin da zanîn ku “Çekdanîna PKKê proseyek girîng e û hêvî li ba me çêkirin û nû kirin”.

Ebdulsemed Yalçin, endamê serkirdayetiya Huda PAR da zanîn “Me nerîna xwe ji rewşa Sûriyê re diyar kir, û em tekez dikin ku Doza Kurdî divê were çareserkirin û neyên girêdan bi tu prose û projeyên din”.

Back to top button