Nivîsar

Konferansa Îsmaîl Beşikçî li Stockholmê û çend têbinî!!!

Em tim behsa tunebûna ciwanan di nava tevger û çalakiyên kurdistanî de dikin, lê em fêm nakin ku yên pêşî li wan girtine em sal mezin bi xwenin.

Bûbê Eser

Di roja 25.05.2025an de Konferanseke bi navê waqfa Îsmaîl Beşikçî li welatê Swêd û li peytextê wê li Stockholmê hatibû li darxistin. Ez jî yek ji beşdarê wê konferansê bûm ku rêzdaran Îsmaîl Beşikçî, Îbrahim Gurbuz û Celal Temal guhdarî bikim.

 Êdî eşkereye ku rêzdar Î.Beşikçî bûye hîmekî giran ê doza Kurd û Kurdistanê. Nerîn û dîtinên wî, kar û xebatên wî, helwest û îstîqrara wî, hemî ji bona pêşketina doza kurd e.

Rêzdar ji bona vê dozê gelek bedelên giran daye. Di zîndanan de maye. Lê rojekê jî ji helwesta xwe daneketiye. Hebûna wî ji bona doza gelê kurd bê hempa ye. Ji ber ku ew ne tenê di nava tirk û kurdan de tê nasîn.

Hema hema hemî cîhan wî nas dikin ku ew parêzvanekî doza gelê kurd e. Loma jî spasî wan kes û kesayetiyên ku ev konferans amade kiribûn, dikim. Mala wan ava be.

Helbet dîtina rêzdar Îsmail Beşikçî û konferans dayîna wî cihê şaneziyê ye. Çawa ku ew ji bona doza kurd bê westan kar û xebatê dike, divê kurd jî weha xwedî li wî derkevin. Loma jî spasî hemî kesên beşdarî konferansê bûn dikim. Beşdarî li gor dilê hersê rêzdaran bû.

Em kurd tim fêrî piştî civîn, konfrans û komcivînan, ew bi serketî dawî lê hatiye dikin. Kêm kes behsa kêmanî û şaşiyan dikin. Ev jî dibe sedem ku civîn û konferansên din, dê weke bi kêmanî pêk bên. Ji ber vê min xwest çend kêmaniyên vê konferansê destnîşan bikim da ku em baştir fêrî pêkanîna konferansan bibin.

Konferans dê ji teref rêzdaran Î. Beşikçî, Îbrahim Gurbuz û Celal Temel pêk bihata. Lê di demeke kurt ji bona van hersê rêzdaran jî sê moderator hatibûn destnîşankirin ku ew tiştekî zêde û ne li cih bû. Ji ber camêrekî ku temenê wî bi ser hefê ketibû wê civîn bi rêve bibira. Li gor min ew jî ne tiştekî ji rêzê bû.

Ya din ku gelekî girîng bû, ev bû. Ji perçên din yên kurdisanê jî gelek kurd di civînê de amade bûn. Lê wan bi tirkî nizanîbûn. Loma jî wan navaroka axaftina rêzdar Îsmaîl Beşikçî fêm nekirin. Her çiqasî gotinên wî bi kurdî hatibûn nivîsên jî, lê mirov pêre nedigihişt ku bixwîne.

Lê gotinên wî jî bi kurmancî-herfên latînî bû û gelek hebûn bi herfên latînî nikarî bûn bixwînin. Divê ev konferans çawa hatiba rêvebirin?

Divê ciwanekî ew civîn bi rêve bibira. Ciwanên me yên li ewropa mezin bûne her yek ji wan bi çend zimanan jî zanîn û di karê weha de ji me zîrektir in. Em tim behsa tunebûna ciwanan di nava tevger û çalakiyên kurdistanî de dikin, lê em fêm nakin ku yên pêşî li wan girtine em sal mezin bi xwenin.

Gelo ji bona rêvebirina vê konferansê daxwazî ji çend ciwanan hatibû kirin? Li gor min ne yek. Loma dipirsim çima? Ma ne qaşo em behsa tunebûna ciwanan dikin? Ez vê jî bi mînakekê vekim û derbas bim. Ji ber ku ez zanim wê dilê gelekan ji min bimîne. Kurê min î mezin roja danasîna du pirtûkên min bi kurdî û swedî xweş pêk anî bû. Yanî ciwanekî serketî û zîrek e. Ew jî weke gelek ciwanên me çar zimana dizane. Di konfranseke weha de mirov dikarîbû ew ya jî kesekî/ê weke wî peyde bikira, wê ji yekî temenê wî bi ser heftê ketiye baştir be.

Heger ciwanekî ev konferans bi rêve biriba, wî an wê dikarîbûn bangî çend hevalên xwe yên ciwan jî bikirana. Ji bilê sal mezinan gelo çend ciwan di konfranseke weha girîng de beşdar bû bûn? Guhdarîkriina Î.Beşikçî ji me bêtir ji bona ciwana dê bi qîmetir ba. Ciwanê me wê fêr biban ku bê tirkek çiqasî parêzgerê doza gelê kurd e. Ev dikarîbû biba li xwevegerandina wan. Lê mixabin em salmezin rê nadin ciwanan û tim jî loma dikin û dibêjin ciwan tune ne.

Sê moderator zêde bûn. Hebûna wan, dema axiftan rêzdaran kêm kir ku nikarîbûn pir tiştên hêja ji bona me bêjin. Loma ev tiştekî zêde bû ku piraniya beşdaran ji vê aciz bûn.

Di warê wergera axaftina rêzdar Îsmaîl Beşikçî xerab bû. Beşdarên perçên din ji axaftina wî ya hêja bê par man. Rêzdar behsa serok Barzanî û rêzdar Nêçîrvan Barzanî jî kir. Lê piraniya ku yên bi tirkî nizanîbûn fêm nekirin ku bê rêzdar Îsmaîil Beşikçî çima behsa wan kir. Ev jî kêmaniyeke mezin bû.

Hatina hersê rêzdaran ya Stockholmê yên ev amade kiribûn çerçeweyek ji xwe re amade kiribûn. Li gor wê tevgeriyan. Di rûniştina malan de divê hin hebana ev jî nehat kirin. Yanî ez û ez bûm. Çima ev jî weha kirin nizanim?

Te digot qey kesên din rêzdaran bibînin wê ji destê wan derxe… Bi rastî kêmanî gelek bûn. Nikarim û naxwazim hemiyan bêjim û binivîsînim. Lê gelekî heyf bû ku me sûdeke baş jê negirt. Navaroka konferansê dikarîbû gelekî dewlementir ba. Aha karê salmezin bikin weha ye. Bi fedekariyeke mezin dikin, lê ne bi serketî ne.

Hêvîdarim ku êdî salmezinên me xwe fêr bikin ku ciwanan bidin pêş. Camêrê konferans bi rêve bir jî gelekî bi kelecan bû. Nema dizanîbû ku wê çi bike. Loma di mikrofonê de daxwaza kesekî din dikir ku bi alîkariyia wî ve rabe. Ev jî tiştekî nû û ecêb bû. Lê dîsa jî kesên ku keda wan di hatine hersê rêzdaran de hebûn pîroz dikim. Mala wan ava be. Lê divê bizanibin ku piraniya beşdaran zêde kêfxweş nebûn. Ango organîza konferansê xerab bû. Lê yên amdekarê konferansê wêneyên xwe baş belav kirin. Ev jî serketinek bû.

Back to top button