Îran û Tirkiyê teqînên Hewlêrê şermezar kirin
Wezaretên derve yên Îran û Tirkiyê êriş û teqînên duh ên Hewlêrê şermezar kirin.
Wezareta derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de êriş û teqînên duh ên Hewlêrê ku bûn sedema mirina 7 kesan û birîndarbûna 61 kesên din, bi tundî şermezar kir.
Di daxuyaniyê de bal bo ser roj û dema teqînên Hewlêrê hatiye kişandin û wiha hatiye gotin: “Teqînên Hewlêrê piştî hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê qewimîne. Ev jî nîşan dide ku êrişberan xwestine ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê têk bidin û şerê biratiyê derxin lê ew tu carî nagihîjin armancên xwe.”
Wezareta derve ya Tirkiyê her wiha ragihand, Tirkiye amade ye di nehîştina terorê de hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bike.
Wezareta derve ya Îranê jî teqîn û êrişên duh ên Hewlêrê şermezar kir û ragihand, terorîst dixwazin bi van êriş û teqînan aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê û Iraqê xirab bikin.
Duh di encama êriş û teqînên xwekujî yên de li dijî avahiyên asayişê yên Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê, 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 61 kes jî birîndar bûn.
– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/middleeast/30092013#sthash.a14oYwyy.dpuf