Polîtîk

Tucara terorîst nagihin armanca xwe

Roja 29ê Îlona  2013ê, terorîstan êrîşek xwekujiyê li Hewlera paytextê Kurdistanê li himber avahiya asayîşa Giştî pêkanîn. Di encam de hêzên asayîşê 6 terorist kuştin nehiştin ew bigihin armanca xwe ya qirêj.

Di encama van tekîn û êrîş xwekujî de 6 karmendên asayîşa Kurdistanê şehîd bûn û 60 kes jî birîndar bûn. Piştî hilbijartinan û serkeftina ezmûna demokrasiyê li Kurdistanê ev erîşa ji aliyê teroristan ve hatî kirin gelekî balkêşe.

Lê tu cara terorist û hêzên tarî nagihin armanca xwe. Ev êrîş Kurdan hêztir dike. Em bawerin dê demek nêzik de tawanbar werin eşkerekirin ya pêwîst bête kirin.

Em sersaxiya gelê Kurdistanê û malbata şehîdan dikin û xwedê çîfayê bide birîndaran. Dil û hêşîme li gel Kurdistanêye.

Rûreşî ji bo dijminan û serkevtin û serbilindî ji bo gelê Kurdistanê ye.

PDK-Bakûr

Back to top button