Roja nimêja niştimanê´î li Hewlêr
Bi pêşengiya Serok Barzanî, sibe gera yekê ya merasîmên Roja Nimêja Niştîmanî li Hewlêrê bi rê ve diçe.
Wezîrê Veguhastin û Gehandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher, daxûyakirin ku, “Di Roja Nimêja Niştîmanî de, em dixwazin ji cîhanê re diyar bikin ku li Kurdistanê pêkvejiyan heye û hemî bi hev re rûbirûyî terorê û diktatoriyê bûne.”
Wezîrê Veguhastin û Gehandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, “Sedema wê pêkvejiyana aştiyane ya ku li Kurdistanê heye Serok Barzanî ye, ji ber ku bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e.”
Merasîmên Roja Nimêja Niştîmanî li Hewlêrê sibe (Çarşem, 23.04.2025) bi rê ve diçin, û Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û çend kesatiyên din ên Îraqî û cîhanî tevlî wê dibin û gotaran pêşkêş dikin.
Roja Nimêja Niştîmanî rojek e ji bo rêzgirtin û bîranîna pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhate û olên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê. Ev sala yekê ye li Herêma Kurdistanê bi rê ve diçe û dibe edetekî salan e.
Her sal ev merasîmên olî li welatên din ên cîhanê jî bi rê ve diçin, lê li Herêma Kurdistanê dê cuda be, ji ber ku bawerdar û dûkeftiyên hemî olan tevlî wê dibin, ku li welatên din tenê dûkeftiyên yek olî tevlî wê dibin.