Civak

DXB maaş li ser 4166 zarokên sêwî dabeşkir

Projeya çavdêriya azîzan (Zarokên sêwî) yên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li helmeteke berdewam de ji bo zêdetir xizmetkirina zarokên azîzên sêwî yên li Herêma Kurdistanê, li qonaxa dûyema Kurdistanê de mûçeya dû mehî li ser 4166 zarokên sêwî de dabe‌ş dike.

Îro 25/09/2013 Projeya Çavdêriya Azîzan (Zarokên Sêwî) yê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li qonaxa dûyem de ku taybete bi wan hevkarî û yarmetiyên ji aliyê dewlemend û xêrxwazên Kurdistanê ve hatine komkirin helmeta dabeşkirina mûçeya dû mehî ku dike 200 dolar li ser 4166 zarokên sêwî yên li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Germiyanê hatin dabeşkirin. Dabeşkirin jî bi vî awayî bû: Li bajarê Hewlêr (1227) zarok, Silêmanî (1100) zarok, Germiyan (975) zarok û Dihok (864) zarok sûdmend bûn.

Di derbarê dabeşkirina berdewamiya mûçeya çavdêriya azîzan, Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Li rêya projeya çavdêriya azîzan ve me hewl daye li seranserê Herêma Kurdistanê bi bê cûdahî zarokên sêwî ji vê projeya me sûdmend bibin. Heman demî de ev hevkariyên niha dabeş dikîn mûçeya dû mehe ku ji bo her zarokek 200 dolare û qonaxa duyeme û hevkarî ji aliyê dewlemend û xêrxwazên navxweya Herêma Kurdistanê ji bo zarokên sêwî hatine dabîn kirin û îro jî (4166) zarokên sêwî sûdmend dibin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button