Cîhan
Serok Nêçîrvan Barzanî gihîşt Antalyayê

Serok Nêçîrvan Barzanî îro Înê piştî nîvro li ser vexwandineke fermî ji bo beşdarbûna Çaremîn Konferansa Antalyayê gihîşt Tirkiyê.
Di çarçoveya serdana xwe de, îro danê êvarê, Serok Nêçîrvan Barzanî dê ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bicive û di çarçoweya konferansê de dê çendîn hevdîtinan ligel hejmarek ji berpirsên bilind ên Tirkiyê pêkbîne.
Hejmarek ji serkirde û berpirsên pilebilind beşdar in di konferansê de, ku dê heta meha Mijdarê bidome. Ew li ser pirs, pirsgirêk û aloziyên cîhanê yên îroyîn û çawaniya çareserkirina wan gotûbêj û danûstandina nêrînan dikin.


