Polîtîk

Beşîkçî serdana Ciwanên Kurdistanê kir

Civatnas Dr. Îsmail Beşikçî îro li Diyarbekirê serdana Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê kir.

Piştî vekirina  Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê, li Tirkiye medya Tirkî û taybetî medya nijadperest û Kemalistên Tirk êrîşrk mezin anîn li ser nave Kurdistanê.

Wezereta navxwe ya Tirkî ji Komeleya daxwaz kir ku Kurdistanê ji tabeleyê rakin da ku bikaribin xebata xwe berdewam bikin. Gotin ev nav li gora yasayên Tirkan nabe. Lê Ciwanên Kurdistanê ev yek qebûl nekirin û gotin: Em navê Kurdistanê naguherin. Hun yasayên xwe biguherin.

Ciwak nas Dr. Îsmaî Beşîkçî jî di axavtinek ya xwe de behsa vê helwesta netewî ya gencan kir û got: Helwesta xwedî derketina navê Kurdistanê girînge û pişgiriya xwe ji bo Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê da xuyakirin.

Niha piştî wezereta navxwe ya Tirkiye di derbarê Komeleyê de doz vekirî, dê pêvajoya hukukî destpêbike.

Beşîkçî ji bo pişgiriya Komeleya Kurdistanê îro serdana Komeleyê kir û ji aliyê berpirsên Komeleyê û ciwanan ve bi coşek mezin hate pêşwazî kirin.

Back to top button