Polîtîk
PDK 42 kursî destxistin
Li gor zanyariyên nû û destpêkê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) 42 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê û Tevgera Goran jî 22 kursî bidest xistine.
Li gor heman zanyariyan, PDK’ê piraniya kursiyên gera dahatû ya Parlamentoya Kurdistanê bidest xistine û kariye 42 kursiyan bo xwe misoger bike, piştî wê jî Tevgera Goran bi 22 kursiyan duyem e û sêyem jî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye bi 18 kursiyan.
Eva jêrê jî hejmara kursiyên hinek aliyên siyasî ye ku beşdarî hilbijartina doh (21.09.2013) bûbûn:
PDK: 42 kursî
Goran: 22 kursî
YNK: 18 kursî
Yekgirtû: 8 kursî
Komel: 4 kursî