Polîtîk
SHK kirdara teroristiya Kerkûkê şermezar kir
Berî nîvroya îro yekşem 22 ê Eylûla 2013 li Kerkûkê li rêya otombêlekî bomberêjkirî de teqînek rûda, ku li encamê de hejmarek kes bûne qurbanî.
Em weku Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi tûndî wan kirdarên terorîstiyan şermezar dikîn ku bi awayeke hovane welatiyên medenî dikin armanc û dûpat dikîn herdem dijî tundutîjiyê radiwestîn, heman demî de daxwaz dikîn tawanbar bêne peydakirin û radestî dadgehê bikin û ji bo parastina ser û malê welatiyan zêdetir hewlên bêne dayîn. Hêviya başbûneke bi lez jî ji bo birîndaran dixwazîn û radigîhînin ku dergehên nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê ji bo hatina hawara birîndaran vekiriye.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
22/09/2013