5 Albumên nû yên Şivan Perwer û Ciwan Haco derket
5 Albumên nû yên Şivan Perwer û Ciwan Haco derket!
Pelrecords, bernameya xwe ya ji nû ve çapkirina hemû albumên du hunermendên hostayên muzîka kurdî, Şivan Perwer û Ciwan Haco, bi albumên 7, 8 û 9 yên Şivan Perwer û bi albumên 1 û 2 yên Ciwan Haco didomîne!…
Pelrecords di pêngava yekem ya çarçoveya ji nû ve çapkirina hemû albumên Şivan Perwer de 6 albumên ku di navbeyna salên 1975-1980yî de hunermend derxistibû ji nû ve çap kir. Pelrecords niha jî bi albumên Şivan Perwer yên ‘Gelê Min Rabe / Em Hatin (1981)’ , ‘Agirî (1981)’ û ´Bilbilo (1983)’ çapkirina rêzealbuman didomîne.
Berhema hunermand ya ‘Gelê Min Rabe / Em Hatin’ di serdema ku şidet û zordestîya cunteya 12ê îlonê gihîştibû merhelaya herî bilnd de derket. Di vê albumê de straneka tirkî ya bi navê ‘Bağımsızlık ve Özgürlük’ -Serxwebûn û Azadî- jî heye ku yekane strana bi tirkî ye ya Şivan Perwer di albûmên xwe de distirê.
Di albuma ‘Agirî’ ya ku 1982yan arenjeyên wê bi hevxebata Şanar Yurdatapan hatîye çêkirin de gelek enstrumanên ji hev cuda bi hev re hatîne bikaranîn. Ev album bi taybetmendîyên bingehîn yên muzîka kurdî re lihevhatî ye û di warê muzîkê de ji bo lêgerînên nû rê vedike.
Arenjekirina albuma ‘Bilbilo/Ferzê’ jî ji aliyê Şanar Yurdatapan ve hatîye çêkirin. Di vê albumê de Şivan Perwer berhemên kevneşop yên bi jibîrbûyinê re rû bi rû mabûn bi şêweya muzîka xwe ji nû ve dihistrîne. Ev album bêyî ku naverok û orjînalîya stranan wenda bin, ji bo lêgerîna pirdengî ya mûzîka kurdî mînakek baş e.
Pelrecords ji nû ve çapkirina albumên katalog yên Ciwan Haco jî bi du albumên hunermend Dîyarbekir û Gula Sor (1981-1982) dest pê dike.
Albuma Dîyarbekir ya 1981ê de li studyoyê bi zindî hat qeydkirin, hem bi strana hît ya ji helbesta Rojen Barnas ‘Min Navê Kola li Bircên Dîyarbekir’ hatibû bestekirin û hem jî bi şêwaza xwe ya modern di qada muzîka kurdî de deng veda.
Albuma ‘Gula Sor’ ya di 1982yan de derket, serkeftina albuma berî xwe dubare kir. Ev album bi şêwaza akustik-pop hat amedekirin. Strana hît ya vê albumê ‘Gula Sor’ ya ji helbesta Qedrî Can hatibû bestekirin û navê xwe dabû albumê îro jî bi heman hezkirinê tê guhdarîkirin.
Ev albumên ku divê di arşîva hemû hezkirîyên muzîkê de hebin, ji alîyê Sony Musicê ve tê belavkirin û di demeka kin de, li hemû marketên muzîkê yên tên zanîn, di serî de i-Tunes ji 400 platformên dijîtal yên muzîkê dikarê bê daxistin û li hemû Ewropayê ji ‘Amazon’ û Kurdish Media Shopê dikarê bê peydakirin.
Pelrocords dê di mehên pêşîya me de çapkirina albumên katalogên Şivan Perwer û Ciwan Haco bidomîne..