Civak

Hewlêr dibe paytextekî mînak û nimûne

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li nexşeya stratejiya xwe de, hewleke çalak dide ku Kurdistanê bike welatekî avedan û bi eqliyetekî serdemiyane ewe bike ku destên avadaniyê bigihe dûrtirîn sînûrên Kurdistanê û hemû aliyekî ji geşbûna jiyana aborî, tendirustî, perwerde, fêrkirin, veberhênan û çandinê sûdmend bibe, ewê rûn û eşkereye, ev plan roj bi roj li geşbûnê daye û li sînorekî ranawestê.

Hewlêr îro diyartirîn paytextên rojhilata navîne û li gor daxuyaniya Elî Reşîd Xoşnaw Serokê Bajarvaniya Hewlêr, eger li pêşerojê de ev bajar nimûne bê ji bo çand û kultûr û berxwedanê, îro jî bi hengavekî mezintir xwe dide nasîn ku navnîşana ber bi çavê bînakarî, aramî û geşbûnêye, eve jî bûye sedemeke ber bi çav ku vî bajarî li rojhilata navîn de dike nimûneyekî zîndî. 

Her wiha Serokê Bajarvaniya Hewlêr dibêje li 10102011 me dest bi mekanîzmekî nû ya birêvebirinê kiriye ku bikarê bibê fakterekî zîndî ya asankariyê. Heman demî de bi cîhkirina projeyan, kêmkirina rotînan, zêdekirina karubarên veberhênan û gihandina xizmetan bi bê cûdahî.

Back to top button