Kultur

Li pêşbaziya Eurovisionê de straneke Kurdî

Her çende heta niha beşdarbûna Tirkiyê ya ji bo pêşbaziya strana Eurovision tê guftûgokirin lê belê pêşniyar li TRT hatiye kirin vê carê bi zimanê Kurdî beşdarî pêşbaziyê bikin.

Serokê Komeleya Muzik, Geştuguzar û Çandî ya Amedê (DIKTUM) dibêje: Berê me bi zimanê Ingilîzî beşdarî pêşbaziyê kir niha jî bila em bi zimanê Kurdî beşdar bibin. 

Serokê Komeleya Jiyandina Muzika Celal Guzelses jî dibêje: Strana Kurdî wê dengeke bilind li gel xwe bîne.

Gulten Kaya Hevjîna Hunermendê Kurd Ahmed Kaya jî dibêje: Strana Kurdî wê piştgiriyeke mezin bide Tirkiye û wê Tirkiye bide hezkirin.

Her wiha hatiye pêşniyar li TRT hatiye kirin îsal Tirkiye li pêşbaziya strana Eurovision de bi straneke Kurdî beşdar bike.

Back to top button