Civak
Davutoglu: Tirkiye nekşînin nava kaosê..!
Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li Konyayê beşdarî bernameya fitarê bû. “Ez dixwazim ji vir bangî nûnerên muxalefetê bikim. Daxwazên xwe yên demokratîk pêk bînin lê tu carî Tirkiyeyê nekşînin nava kaosê.”
Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu bi endamên partiya xwe re beşdarî xwarina fitarê bû. Davutoglu binçavkirina Ekrem Îmamoglu jî wiha nirxand; Dixwazim ji vir xîtabî nûnerên muxalefetê jî bikim. Daxwazên xwe yên demokratîk pêk bînin, lê tu carî Tirkiyeyê nekşînin nava kaosê. Ji bilî rêyên demokratîk û rewa tu kes serî li tiştekî din nede.”