Ji bo çavdêrîkirina hilbijartinan derî ji her saziyek re vekiriye
Serokê Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinên Iraqê eşkere kir ku 6 tîmên Komkara Erebî ji bo çavdêrî kirina hilbijartinê têne Kurdistanê û li ser her sê parêzgehên Herêmê (Hewlêr, Silêmanî, Duhok) de dabeşdibin.
Hilbijartina Parlemena Kurdistanê ku li 21 Eylula îsal de li Herêma Kurdistanê birêvediçe, têde bi hezaran ji çavdêrên rêxistinên civaka medenî beşdariyê dikin, ji bilî vê jî nûnerê Partî û aliyê siyasiyên beşdarî hilbijartinê jî kirin beşdar dibin.
6 tîmê Komkara Erebî ji bo çavdêrîkirina hilbijartinê têne Hewlêrê
Di derbarê bi beşdariya tîmên biyanî û navdewletî ya çavdêriya hilbijartinê, Serbest Mistefa Serokê Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinên Iraqê eşkere kir ku şeş tîmên Komkara Erebî ji bo çavdêriya hilbijartinê têne Kurdistanê û li ser her sê parêzgehên Herêmê de dabeşdibin.
Serokê Komîsyona Hilbijartinê eve jî xisterû ku ji bilî şandên çavdêriya Komkara Erebî dergeh li ber beşdariya tîmên biyanî ji bo çavdêriya hilbijartina Kurdistanê vekiriye. Hêjayî gotinêye hilbijartina Parlemena Kurdistanê ku li 21 Eylula îsal de li Herêma Kurdistanê birêvediçe.