Dadgeha Tawanan a Îraqê behsa pirsa 18 keçên kurd dike
Serokê dadgeha tawanan ya Îraqê di daxuyaniyekê de daxwaz ji malbat û kesûkarên 18 keçên kurd yên anfalkirî kir ku, li gor ew belgenameyên li berdetê wan in ku, di dema pêçla nafalan de bo ser herêma Kurdistanê di sala 1988ê de rijêma Sdema Hisên 18 keçên kurd bi Misirê firotine, bi awayekî qanûnî şikayetê li mehkemyê tomar bikin.
Nazim Ferman Ebudî ji Şefeq News re got ku, xwediyên wan 18 keşên kurd maf heye li dadgeha tawanan a Îraqê gilîname tomar bikin û mehkeme jî dê wê pirsê bişopîne.
Ebudî got jî ku, nuha belgenamyek li ber dest heye ”Lê ew têra nake, divê komîteyek bê pêkanîn bi bê eşkere kirin ka berpirsê emin û îstîxbara ê wê demê li Kerkûkê kî bû û berpirsê îstxbarata giştiya Îraqê jî bê destnîşan kirin û li dor vê pirsê zaniyarî ji wan bê wergirtin”
Diramayeke Misirî bi navê (Nîran Sedîqe) di xelekeya 5ê de behsa 18 keçên kurd idke ku di sala 1988ê de rijêma Sedam bi Misirê firotine dike.