Çû Îranê
Saliha Muslim hevserokê Partiya Yekêtiya Demokrat (PYD) li ser daxwaza wezareta derve ya Îranê bi serdanekê çû Tehranê û dê digel berprisên wî welatî li ser rewşa Suriyeyê û rewşa rojavayê Kurdistanê dîdar û gevdîtinan bike.
Di daxuyaniyekê de Salih Muslim dibêje:
– Ew li ser daxwaza wezareta derva ya Îranê çûye Tahranê û dê digel mezine berpirsên Komara Îslamiya Îranê li ser rewşa Suriyeyê bicive.
Hevserokê PYDê dibêje ku, Îran roleke mezin di pirsa Suriyeyê de dilîze û di vê serdana xwe de dê digel berprisên îranî behsa êrîşên tên ser rojavayê Kurdistanê bike.
Musilm got jî ku, Îran maf û daxwazên kurdan li Suriyeyê bi maf û daxwazên normal dibîne û amadeye hevkariyê bi kurdan re bike.
Li gor hin zaniyariyan heftiya bê Salih Muslim careke din diçe Tirkiyeyê