Barzanî şehîdên Mesihiyên Kurdistanê bi bîranî.
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo roja şehîdên Kildan û Suryan û Aşûrî
Li bîranîna roja şehîdên Kildan Suryan û Aşûrî da hezaran silav li giyan û ruhê paqijê wan şehîdan û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê û hevxemiya kesukarê qurbaniyên wê komkujiya dirindane ku li ser destê rejîma wê demê ya Iraqê hate encam dan.
Karesata 07.08.1933 li devera Sêmêlê qet nayê ji bîr kirin û belgeyekî bi hêze li ser wê yekê ku netewe û pêkhatên dinê Kurdistanê jî hevşanê Kurd tûşî nehametî û êrîşan hatine û zulm li wan hatiye kirin.
Gelên Kurdistanê çendîn salên dûr û dirêj tûşî sîtemkarî û nexweşî û êrîşan hatine, ji ber ku hizra xwesepêner û şovenî Iraqê birêve dibir. Cihê hêviyê ye niha Herêma Kurdistanê bûye malbenda aştî û aramî û pêkvejiyana hemû pêkhat û netewe û olan û bûye penagehek jî ji bo wê xelkê ji tirsa teror û teqandinê xwe dispêrin Herêma Kurdistanê.
Li vê helkeftê de daxwaz ji hemû aliyek dikim giyanê birayetî û pêkvejiyan û aştiyê kûrtir bikin û hêvîdarim ev keşûhewaya aram û pir bi aştiya li Kurdistanê da heye pêş bikeve û bigihîn rojek ku welatê me êdî karesat û nehametiyên din bi xwe ve nebînê.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
06.08.2013