Dîroka Ataturk derewe
Gotineke pêşiyên Kurdan heye, gotine: ”Giya di binê keviran de namîne.” Herwisa belgeyêm mêjûyî jî di binê qeyd û bendan de namînin.
Çendî ku heta niha Kemalîstan li xwe danetanîn ku Mistefa Kemal destên xwe li pêşberê siltan û padîşahên Osmalî vekirine û alîkarî ji wan xwetiye, lê va ye belge derketiye holê ku Mistefa Kemalê Makedonî, pere û makîne ji Padîşah Wehdedîn xwestine.
Li gor ragihandina malpera habervaktimê, ew xeberên ku digotin ango Mistefa kemal bê pere û bê alîkarî derketiye geryanê, çûye li Samsûn û Erzerom û Sêwasê geriyaye, hemû vir û derew derketine.
Li gor belgeyê, du roj berî ku Mistefa Kemal bajarê Îzmîrê ji destên Grekiyan werbigire (13/5/1919), bi nameyeke ku ji berpirsê Herbiyeyê re nivîsiye, tê de daxwaza pere û du makineyan kiriye. Sê roj piştî ku daxwazên wî bi cih hatine, hêj dest bi çûna Izmîrê kiriye. Li gor malperê, eger wî ew pere û makîne wernegirtibûna, dê neçûba. Kemal navê xwe û tarîxa hinartinê jî weha nivîsiye:
“13. Gulan. 1335 (1919) Mîrlîwa M. Kemal”
Çavkanî: Mêjûya Herbê, Kovara Belgeyan, hejmar 1, belge 11.
Kadir Çandarlıoğlu
Çavkanî: TarihTR.com
Behram Badik Stembol