Civak
Ev herdu zarok windane û xeber ji wan tuneye…

Enes Dûzgûn (15) û Enes Ariz (14) du zarokin ku li navçeya Hezex a Şirnexê dişin kursa Kuranê. Herdu zarok li Kursa Kuranê radizin û li wê derê dimînin. Herdu zarok ji duhî ve windame. Ji kursê derdikevin û hêdî şopa wam winda dibe.
Enes Duzgûn û Enes Ariz ên ji gundê Dalavê Qesrê yê Hezexê ne, di 7’ê Cotmehê de, li nawenda Hezexê ji kursa Kuranê derketin û hêdî tu xeber ji wan nehat.
Dema zarok venegeriyan rêveberiya kursê agahî da malbatan. Piştî ku malbatan rewş ragihand, ekîbên polîsan ji bo dîtina zarokan dest bi operasyonê kirin.
Malbatên wan daxwaz ji her kesê ku zarokan dibîne an cihê wan dizane ku yekîneya ewlehiyê ya herî nêzîk agahdar bike.


