Polîtîk

Wezîrê berê Partiyeke nû avadike!

Wezîrê Perwerdeya berê Huseyîn Çelîk ku di van demên dawîn de bi rexneyên xwe yên li hikûmetê derketiye pêş, bi hevalên xwe re milên xwe dane hev dixwazin partiyeke rastgir a navendê ava bikin. Hat îdiakirin ku Serokomarê berê Abdullah Gul jî piştgirîyê dide xebatên Çelîk. Çelik hewldide li ser fikrên 2002ê ku AKP li ser hatî avakirin partiyek nû damezirîne.

Li Enqereyê, navên navdar ên siyasetê ji bo partiyeke nû ya navendê çalakî li dar xistine. Koma ku di bin serokatiya Wezîrê Perwerdeya Neteweyî yê berê Huseyîn Çelîk de ye, bi kesên ku berê di damezrandina AK Partiyê de cih girtine, dest bi hevdîtinan kirine.

Hat zanîn ku, Çelîk ê ku di hin bernameyên televîzyonê de diyar kiribû ku AK Partiyê piştî Geziyê bi nêzîkatiyên ewlekariyê ruhê xwe yê sala 2002’an winda kiriye û hevalên wî hewl didin bi taybetî endamên nerazî yên partiyê tevlî çalakiya damezirandina partiyek nû bibin..

Tû gotin ku serokomarê berê Abdullah Gul jî pişgiriyê dide Çelik û hevalên wî.

Her wiha di nava agahiyên hatine bidestxistin de navekî din ê li Enqereyê yê ku vê avabûnê ji nêz ve dişopîne Serokê Partiya DEVA Alî Babacan e. Hat diyarkirin ku kesên nêzî wezîrê berê Babacan bi Çelîk re têkilî danîne.

Çelîk di bernameyî televîzyonî de dibêje: Li gorî min dewlet êdî nikare tevbigere. Ev Pergala Serokatiyê ya Tîpa Tirk, Sîstema Hukûmeta Serokkomariyê ne ya me ye. Me dadweriyek a xwe ya taybet pêkaniye, ev metirsiyeka mezin e..

Back to top button