Cîhan

DYA fûzeyên ku Îranê avêtîn Îsraîl asteng kir

Di dema ku Îranê bi sedan fûze avûtin Îsraîlê, Hêzên DYA li herêmê ji bo parastina Îsraîl gelek fûzeyên Îranê ji navbirin. Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) dîmenên mûşekên ku ji bo parastina Îsraîlê hatine avêtin, belav kir.

Di daxuyaniya ku ji teref CENTCOMê ve hat dayîn de hat ragihandin ku keştiyên USS Cole (DDG 67) û USS Bulkeley (DDG 84) yên keştiyên Fîloya 6emîn a Hêza Deryayî ya Amerîkayê li Rojhilatê Behra Spî di 1ê Cotmehê de ji bo parastina Îsraîlê gelek fuzeyên balîstîk avêtine.

Hat diyarkirin ku dîmenên parvekirî li ser keştiya îmhaya USS Bulkeley hatine tomarkirin.


Berdevkê Fîloya 6emîn a Hêza Deryayî ya Amerîkayê Captain Bill Urban di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de diyar kir ku mûşekên Îranê yên ku Îsraîl kirine hedef bi serkeftî hatine xistin. Urban destnîşan kir ku keştiyên îmhayê yên USS Cole û USS Bulkeley yên ku fuze ji wan hatine avêtin pergala parastina fuzeyên balîstîk Aegis heye.


Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Sererkan Pat Ryder ragihand ku keştiyên îmhayê yên USS Bulkeley û USS Cole tevlî yekîneyên parastina hewayî ya Îsraîlê bûne û li dijî mûşekên ku ji Îranê tên, rêze mûşekên navçê avêtine.

Ryder derbarê çend mûşekên Îranê de hatine bêbandorkirin hûrgilî neda.

Back to top button