Tu desthilatek bi navê RÊVEBERIYA HERÊMA BAKÛRÊ IRAQÊ tûneye
Rojnamevan Cengîz Çandar nivîsa xwe ya dawî de dewleta Tirkiyê rexne dike û dibêje: Nêzîkbûn û pêwendiya desthilat û medyayê li navbera zext û ehmeqiyê de tê û diçe. Dewlet dibêje *Rêvebiriya Herêma Bakûrê Iraqê* lê bi vî navî otoriteyek tûneye.
Çandar wiha nivîsiye: Nêzîkbûn û pêwendiya desthilat û medyayê li navbera zext û ehmeqiyê de tê û diçe. Di derbarê siyaseta derveya nêzîk de jî li navbera fobi û aqilê dewletê de dialiqin.
Piştî 48 demjimêr derbasbûna ji serdana Salih Muslim ku mirov dikare bi vekirineke nû di derbarê Kurdên Suriyê de bi nav bike, Nêçîrvan Barzanî Serok Wezîrê Rêvebiriya Herêma Kurdistanê(Iraq) hate Tirkiyê. Di derbarê vê mijarê de ji destê yekem hevalekî minê diplomat emaileke wiha bo min şandiye: “Rêvebiriya Herêma Bakûrê Iraqê!!! Hem gazî Nêçîrvan bikin û hem jî nekariye bêje Kurdistan û Kurd jî! Eger hûn bipirsin dê bêjin fobiya me nîne lê…”
Çandar berdewamiya nivîsa xwe de nivîsandiye: Her çende vê desthilatê, li van çar salên dawî de li gel Erbilê pêwendiyên nêzîk pêkaniye, lê belê heta niha mixabin nikare navê muhatabê xwe an ku beranberê xwe bibêje. Ev desthilat ya Serok Wezîreke ku iftixar dikir û digot *Em ji pişikan re dibêjin pişik*, lê belê nikarê navê Rêvebiriya Herêma Kurdistanê bibêje ku li gor destûra Iraqê, beşek ji Iraqê hatiye damezrandin. Rêvebirên Tirkiyê navê *Rêvebiriya Herêma Bakûrê Iraqê* hildibjêrin lê belê bi vî navî jî tu desthilat û otoriteyek tûneye.