Kultur
Kurdî 393, Tirkî 347
Li zanîngehên Bakûrê Kurdistanê yên wekî Mardin Artuklu, Muş Alparslan û Zanîngeha Çewlikê(Bingol) ji bo Mamosteyên Zimanê Kurdî bigihînin beşa Edebiyata Zimanê Kurdî vekirin. Puanên beşa Edebiyata Zimanê Kurdî yên li van her sê zanîngehan de ji beşa Edebiyata Zimanê Tirkî pêşketîtir bû.
Li gor encama ezmûnên bi cîhkirina zanîngehan îsal 673 xwendekar li zanîngehan de hatin bi cîhkirin. Beşa herî baldara îsal bû Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî. Li van zanîngehên ku Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî hatiye vekirin puana bi cîhkirinê de beşa Kurdî gelek bilindbû û beşa Ziman û Edebiyata Tirkî li paş xwe hişt.
Li gor vê encama ezmûnan puana Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî 393 û puana Beşa Ziman û Edebiyata Tirkî bû 347.