Lalîş rojnama Kurdî ya 83 salî ji girtinê xelaskir
Bingeha Lalîşê rewşenbîrî û civakiya Êzîdî (li Dihok), kevintirîn Rojnameya (Riya Teze) ya Kurdî li Ermenistanê diparêzê û alîkariya maddî û me’newî jî pêşkêşî wan dike ku bi berdewamiyê pişrî 83 sal derketinê bidin.
Şemo Qasimo Berpirsê Rewşenbîriya Bingehê jî di derbarê vê hengavê ragihand “Ev alîkariye bi mebesta belavkirina hişyariya kultûrî û neteweyiya li navbera gencên Kurd de bi taybet û hiştina dengê Kurd ya bi zîndî û bilindî li Ermenistanê û Gurcistan û navçeyên dinê Yekîtiya Sovyeta kevin”.
Şemo Qasimo ragihand ku piştî wê yekê ku bi sedema kêşeya darayiyê ve rojnameya Riya Teze ya Kurdî li Ermenistanê mijulbûn bigrin, Bingeha Lalîşa Rewşenbîrî û Civakî piştî axaftina li gel sernivîskarê rojnameyê Tîtalê Kerem biryarê daye nûnerayetiyekî Bingeha Lalîş li Ermenistanê vekin û serpereştiya cîh bike û Bingeha Lalîş jî li nav wan çalakiyan jî ku nûnerayetiyeke dehan car, palpiştîkirina Rojnameya Riya Teze li rûyê maddî û manewî ve jî dibe.
Şemo li dirêjahiya axaftina xwe de got: “Riya Teze li rojnameyeke herî kevina Kurdane ku 83 sal berî niha derketiye û em li gel wan rêkkeftîn ku sûd ji tora Lalîş bê wergirtin û Dengê Lalîş veguhestina nûçeyên Herêma Kurdistanê bi awayeke giştî û bi taybet ew navçeyên ku Êzdi têdene bi taybet bikin jêder û pîtên rojnameyê jî bikin latînî”.
Riya Teze kevintirîn rojnameya Kurdî ye û li Ermenîstanê derdikeve. Li destpêkê de bi traja 4000 dane derdiket berê rûxana Yekîtiya Sovyetê, piştî rûxanê jî 500 dane kêm bûye. Erebê Şemo ku damezrênerê rojnameyê ye li salên (1879 heta 1978) jiyaye û romannivîsekî navdarê Kurde li bajarê Qersê li Bakûrê Kurdistanê ji malbateke Êzdî ji dayik bûye. Li 1914 heta 1917 li nav artêşa Rûsya karê wergêrî kiriye. Paşê bûye lêkolînerê edeba Kurdî ya li Peymangeha Lêkolîna Rojhilat ya li Lenîngradê. Yarmetiya danîna pîtê Kurdî daye û çendîn romanên xwe yê navdar heye ku hinek ji wan Jiyana Bextewer, Qelayê Dimdim.