Nivîsar

Damezirandina weqfeke nû

Di roja me ya îro de, hevgehandina zanayên olî, girîngiyeke pêdivê derdixe holê. Belkî jî ev bihevgehandin, ji bo bisilmanan giringiyeke jiyanî belkî ji av û gulfê jî girîngtir be. Lewra dem, me bêgav dihêle ku em hevgehandinekê bikin. Ji ber ku dema me ya niha, ne ya wê yekê ye ku mirov bi tena serê xwe tevbigere. Divê bi her awayî hevgehandin çêbibe û dema tevgerê ya bihevbûnê ye.

Ev hevgehandin, di rasteriya Quran, sunet û bi itîfaqa zanayan, dê hemû qadên jiyanê vegire û dê bi civata zanayan bête îdarekirin.

Ev despêkirin, divê xwegehandina bi hemû bawermendan re çêbibe û babetê ol û jiyana wan tevek destnîşan bike û bibe wesîle ji bo xweşiya herdu dinyayan.

Xebata me ya dîn û dinyayê, divê li gor pêvajoya demê bête kirin. Di vî warî de seydayê mezin Seîdê Norsî, sed sal berê weha îşaret pê daye: ”Çima em ji jorê terayî binê bîrê bûne, nebisilman jî ji binê bîrê derketine jora serçimkê?”

Divê em pêşerojê bi çavên xwe û bi dilên xwe bibînin da em di riya rasteqîne de li rê berdewam bibin.

Hedefa me ev e ku em biratiyê di nava hemû bisilmanan de bidin jiyandin. Piştre jî biratiya di navbera civatên bawermend de, ya herî girîng jî biratiya di navbera zanayan de zindî werbigirin.

Di giringiya vê yekê de seydayê mezin Seîd Norsî di ”Nameya Biratiyê” de daye xuyakirin û gotiye: ”Em neviyên Silhedînê Eyûbî, divê gelek rind zanibin ku barê me pir giran e. Umet û heta mirovatî jî, çewa ku ji bêavîyê kezeb hatibe sotin, li me dinihêrin, li benda me ne û bi çar çavan jî li me dinihêrin. Divê em tihnîbûna wê, bi ava Zemzemê bidin rakirin. Bi vajiyê wê, ger ji wê tihnîbûnê sûd bête wergirtin û bi xûta xweşiyê, dibe ku umet bête jehrîkirin. Mêjû di rastiya xwe de li ser vê yekê dîdevan e. Nexwe bi xweşî û zêdebartiya Xwedê, divê bi hemû kesên ku rengdêrtiya zanînê wergirtibin re, xebat ji bo umet û mirovatiyê bête kirin.

Ji bo umet, ol û dinyayê, divê bi awayekî lezgîn  heyet li her herêmekê werin damezirandin. Ji ber ku zana di vê dema niha de pir kêm bûne. Mirovan jî di şûna zanayan de hin kesên nezan ji xwe re kirine serok. Li ba wan nezana çendî ku zanîn nîne jî, lê fetwa didin. Ji ber ku ew di şevtariyê de ne, mirovan jî didehfînin  bibal xirabiyê ve.”

Berî ku ev heyeta zanayan ava bibe, nayê sêwirandin ku ev bê dîtineke giştî û bê dîtineke civakî çêbibe, hem jî divê li gor cih û demê jî bête avakirin.

Ev civînên ku ji zanayan li bajarên cuda têne kirin û dubare dibin, girîngiyê derdixin holê. Ev civînên ku li gor derfetan dubare dibin, biratî û hogiriyê di navbera zanayan de peyda dikin.

Di dema niha de, tê dîtin ku tesîra STKê li ser civatê bi awayekî cidî çêdibe. Heta em dibînin ku tesîra di avakirina hikûmet û gorankariya hikûmetan de jî, tesîra li ser civatê de jî çêdibe.

Çendî ku tesîra zanayan li ser civatê pir e jî, lê yekîtiyek di navbera zanayan de tune. Ji ber vê yekê, ew tesîra zanayan a heyî, her ku diçe jî, kêmtir dibe.

Di nava civatê de texlît texlît STK hene, lê çendî ku giringiya zanayan di nava civatê de heye jî, lê yekîtiyeke wan di navê de tune. Îcar pêdivî ye ku zanayên olî jî xwe li gor mercên demê nû bikin, xwe li gor perwerdehiya demê bihêvişînin, ji bo ku ji xelkê re bibin sûdmend jî, di nava xwe de yekîtî çêbikin. Ev nebûna yekîtiya wan jî kêmasiyeke mezin afirandiye.

Ev yekîtiya ku tê behskirin di nava hemû cûnên civatê de heye, weke yekîtiya nêçîrvanan, heskerên sewalan, zirnevan, weqfên cuda, lê heta niha bi taybetî jî komele yan jî wekî din yekîtiyeke zanayên medreseyê çênebûye.

Niha pêdiviyeke pir girîng heye ku zanayên Medreseyê yekîtiya xwe çêbikin. Ji ber ku zanayên olî sûda dinya û axretê hertim dibêjin. Ew pirtûkên Medreseyê hertim di ber çavan re dibihurînin û di hemû qadan de fikra xwe eşkere dikin. Ew van tiştan hemû pêdiviyeke zerûrî dibînin.

Yekîtiyeke weha ji aliyê piraniya zanayan ve tê gotin, xasma jî Prof Dr. Xelîl Çîçek, Şêx Ebdulkerîm Çevik (Norşên), Şêx Fethulahê Oxînî, Mesûd Ayte, Mele Selîmê (li Qonyayê), Mele Salih Ekincî, li Diyarbekirê M. Teyîb Elçî û gwd.

Me hemiyan erênî bi vîn û zêdehiya Xwedayê mezin, ji bo damezirandina weqfekê kir. Me şêwrekê bi zanayên herêmî yên din re jî kir. Hema bêje hemiyan jî, hebûna pêdivîyê ji bo avakirina weqfeke wisan pejirandine.

Li ser vê yekê, me civîna pêşî li Mêrdînê, ya duyemîn li Oxîna Bedlîsê, ya sêyemîn jî li Zoqeyda Sêrtê kir. Encama hersê civînan jî, ev bû ku em tev di binê banê weqfekê de bihêwirin.

Civîna çaremîn jî, wê di 31ê Tebaxê de li Diyarbekirê çêbibe. Piştre berfirehiyên Weqfê û biryarên ku dê bêtin wergirtin, bi awayekî fermî dê bêtin eşkerekirin û Weqf dê li karê xwe berdewam bibe.

 

Navê vê Weqfê jî dê ev be: “Weqfa Lêkolîna Zanîn, Çand û Perwedehiyê”

Ev Weqf dê bi hevkarên xwe, bi riya dabeşkirina xebatê, di her warî de bi kesên xwe yê pispor dê bibe dermanê civatê.

Wê heyetên Wefê di hemû qadan de  bi civatê re hevyek bin. Wê şêwirmendiyê bo xwe dirust werbigirin û ramanên xwe di van waran de eşkere bikin.

Daxwaza me ev e ku hemû zanayên me beşdarî di vê Weqfê de bikin û suxreya xelkê xwe bikin.

Çi kesê ku alîkariyekê bike, ji niha ve em spasiyên xwe jê re pêşkêş dikin.

 

Bi silav û rêz…

 

 

Mele Nîzamedîn Tetwanî

 

Stockholm 24/ 07/ 2013

Wergera ji tirkî: Zeynelabidin Zinar

 

 

 

Back to top button