Kultur
Hevokek kurdî di marşa netewiya Îraqê de
Ji ber hevokeke bi kurdî di marşa netewiya Îraqê de, parlamentoya Îraqê di civîna xwe ya îro de li hev nekir û dengdan li ser reşnivîsa marşa netewî bo demek din paşxist.
Parlamentoya Îraqê di civîna xwe ya îro de minaqeşeya reşnivîsa sruda netewiya îraqê kir lê ji ber ku di reşnivîsa pêşniyarkirî de bo siruda niştimaniya Îraqê hevokek kurdî têde ku bi zaravayê soraniye dibêje: Îraq be Kurdistanewe ciwane……..Pêkewejiyan daway hemûwane, ango: Îraq bi Kurdistanê ciwan e …. Pêkvejiyan daxwaza hemûyan e, parlameteran li heve nekir û civînê bê encam bidawî bû.
Hindek ereb di parlamentiya Îraqê de pêşniyar kiriye ku, ew hevoka kurdî ji siruda netewiya Îraqê bê rakiirn û bi tenê siruda bi hevoka; bijî Îraq bi dawî bê.